Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê şêwirmendê dijî mişextkirina Xezeyiyan derket ji kar derxist

Ankara
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê daxwaza şêwirmendê çapemeniyê yê pêşniyaz kir ku îfadeya "Amerîka li dijî mişextkirina bi zorê ya Filistîniyan e" li deqa axaftinekê bê zêdekirin, red kir û dawî li peywira wî anî.
Li gorî belgeyên ku rojnameya Washinton Postê xwe gihandê û her wiha nûçeya ku spart peywirdayên navên wan nehatin eşkerekirin, di nav rêveberiya Serok Donald Trump da di warê neqandina vegotinên siyasî yên ji bo Filistîn û Îsraîlê da nakokiyên mezin rû didin.
Shahed Ghoreishiyê ku di Wezareta Karên Derva da di mijara îfadeyên ji bo Filistîn û Îsraîlê da wekî şêwirmendê çapemeniyê dixebite, van dawiyan ji ber îfadeyên ku dixwaze li deqê axaftinan zêde bike, di nav wezaretê da hedef tê nîşandan.
Ghoreishi pêşniyaz kir ku îfadeya "Amerîka li dijî mişextkirina bi zorê ya Filistîniyan e" li deqa axaftinekê bê zêdekirin û her wiha di deqeke din da jî xwest ku serxweşî bo xizmên rojnamegerên li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin, were dayîn.
Peywirdarên wezaretê hem pêşniyazên Ghoreishi bi tundî red kirin û hem jî çend roj şûnda bêyî hincetekê nîşan bidin, ew ji kar derxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.