Dinya

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der barê Îdlibê da ji bo Tirkiyeyê sersaxî û peyama piştevaniyê da

"Em ji ber mirina eskerên wan sersaxî didin hikûmeta Tirkiyeyê. Li hemberî çalakiyên wiha em li cem Tirkiyeya hevalbendê me yê NATOyê ne"

Abdullah Tel  | 22.02.2020 - Rojanekırın : 22.02.2020
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der barê Îdlibê da ji bo Tirkiyeyê sersaxî û peyama piştevaniyê da

Washington DC

 Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da bo şehîdên li Îdlibê ji hikûmeta Tirk ra sersaxî hat dayîn û wiha hat gotin: "Li hemberî çalakiyên wiha em li cem Tirkiyeya hevalbendê me yê NATOyê ne."

Rayedarekî ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê geşedanên dawîn ên li Îdlibê û şehîdkirina eskerên Tirk da bi nivîskî bersiv da.

Di bersivê da wiha hat gotin: "Em ji ber mirina eskeran sersaxî didin hikûmeta Tirkiyeyê."

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku eskerên Tirk ji bo koordînasyon û kêmkirina rageşiyê li herêma Îdlibê cih digirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Li hemberî çalakiyên wiha em li cem Tirkiyeya hevalbendê me yê NATOyê ne. Serok Donald Trump di axaftina ji ser têlefonê ya ku roja şemiyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra kiribû da fikarên xwe yên der barê Îdlibê da gotibû. Ji bilî vê jî Trump di vê axaftinê da bangewaziya xwe ya ku bila Rûsya piştevaniya dide zilm û zordariya rejima Esed bi dawî bike parve kir û xwest ku ji bo çareserkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bila demildest çareseriyeke siyasî bê dîtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.