Dinya

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê: Civîna digel Talibanê samîmî, profesyonel û erênî bû

Kasım İleri  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 13.10.2021
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê: Civîna digel Talibanê samîmî, profesyonel û erênî bû

Washington DC

 Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Ned Price diyar kir, hevdîtinên heyeta Amerîkayê yên li paytextê Qeterê Dohayê yên digel nûnerên Talibanê, samîmî, profesyonel û erênî derbas bûn.

Piştî ku Amerîka ji Efxanistanê vekişiya, ev hevdîtina yekemîn e ku heyeta Amerîkayê digel Talibanê rûbirû kir.

Price li ser hevdîtinê daxuyanî da û wiha got, "Hevdîtinên heyeta Amerîkayê yên li paytextê Qeterê Dohayê yên digel nûnerên Talibanê, samîmî, profesyonel û erênî derbas bûn."

Price, civîn wekî "civîna kar" tewsîf kir û diyar kir ku heyetê ji Talibanê ra bi eşkere destnîşan kir ku ew ê ne li gorî gotinan, lê li gorî êrîşan, wan binirxînin.

Price diyar kir, di civînê da peywirdarên payebilind ên ji îstixbarata Amerîkayê jî hebûn û pirsên li ser, gelo Taliban di mijara DEAŞ-Kyê da dê digel Amerîkayê hevkariyê bike yan na, nebersivand.

Berdevk wiha got, "Li vir berjewendiyeke hevpar heye. Çiqas ji bo Amerîka û hevkarên wê tehdîd be, DEAŞ-K ewqas ji bo Talibanê jî tehdîd e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.