Wezareta Karên Derve bertek nîşanî li Şerîaya Rojava bi destê Îsraîlê kuştina welatiyeke Tirk da
- "(Bi destê eskerên Îsraîlê kuştina Ayşenur Ezgî Eygî) Em vê cinayeta ku ji hêla Hikûmeta Netanyahu va hat kirin şermezar dikin" - "Meqamên Îsraîlê û yên piştgirê wan teqez dê li ber mehkemeyên navneteweyî hesabê bidin"
Ankara
Wezareta Karên Derva der barê li Şerîaya Rojava bi destê eskerên Îsraîlê kuştina welatiyeke Tirk da got ku "Em vê cinayeta ku ji hêla hikûmeta (Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn) Netanyahu va hat kirin lenet dikin."
Wezaretê der barê welatiya Tirk a ku li Şerîaya Rojava hat kuştin da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em bi xemgînî hîn bûn ku li Nablusa bajarê Şerîaya Rojava welatiya me ya bi navê Ayşenur Ezgî Eygî bi destê eskerên Îsraîlê hatiye kuştin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Xwedê rehma xwe li welatiyê Tirk a ku jiyana xwe ji dest da bike û sersaxiyê dan malbata wê û ev hatin gotin:
"Em vê cinayeta ku ji hêla hikûmeta (Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn) Netanyahu va hat kirin lenet dikin. Îsraîl hewl dide çavê her kesê ku destê alîkariyê dirêjî Filistîniyan dikin û dijî komkujiyê têkoşîna aştiyane didin, bitirsîne. Ev polîtkiya şîdetê dê encam nedeç Meqamên Îsraîlê û yên piştgirê wan teqez dê li ber mehkemeyên navneteweyî hesabê bidin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
