Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê: "Îdiayên ku dibêjin agirbesta 4 rojî ya bi YPGyê ra hatiye dirêjkirin bêbingeh in"
Damascus
Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê îdiayên ku dibêjin agirbesta çar rojî ku di çarçoveya rêkeftina di navbera hikûmet û rêxistina terorê YPGyê da hatiye ragihandin, hatiye dirêjkirin, red kir.
Çavkaniyeke ji wezaretê ji televîzyona dewleta Sûriyeyê el-Îxbariyeyê ra axivî û diyar kir ku agahiyên ku der barê dirêjkirina peymana bi rêxistina terorê YPGyê ra belav dibin, rastiyê nîşan nadin û got, "Ev îdia bêbingeh in."
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku agirbesta çar rojî ya ku li gorî peymana di navbera hikûmet û rêxistina terorîst YPGyê da hatiye ragihandin, di 20ê Rêbendanê da saet 20.00an da bi dema Tirkiyeyê ketiye rewacê.
Rêxistina terorê YPGyê jî daxuyaniyek belav kiribû û îdia kiribû ku ew pabendî agirbestê ne.
Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê SANAya ajansa nûçeyan ya fermî ya Serokomariya Sûriyeyê va hatiye weşandin, hikûmet û rêxistina terorê YPGyê li ser gelek mijarên têkildarî pêşeroja parêzgeha Hesekê li hev kirine. Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku çar roj dem ji YPGyê ra hatiye dayîn ku ji bo yekbûna deverên ku dagir dike planeke berfireh amade bike û şêwirmendiyan bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
