Dinya

Wezareta Karên Derva ya Filistînê bi biryara Fransayê ku wê di Îlonê da Dewleta Filistînê nas bike kêfxweş bû

Ömer Erdem  | 25.07.2025 - Rojanekırın : 26.07.2025
Wezareta Karên Derva ya Filistînê bi biryara Fransayê ku wê di Îlonê da Dewleta Filistînê nas bike kêfxweş bû

Istanbul

 Wezareta Karên Derva ya Filistînê ji ber biryara Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a diyar kir ku wê di civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da ku dê di meha Îlonê da were lidarxistin, bi fermî Dewleta Filistînê nas bike, kêfxweş bû.

Wezareta Karên Derva ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da kêfxweşiya xwe ya ji ber daxuyaniya Serokê Fransayê Macron a derbarê niyeta naskirina Filistînê da nîşan da.

Di daxuyaniyê da biryara Macron wekî gaveke "dîrokî" hat binavkirin û tekezî hat kirin ku ev biryar pabendbûna Fransayê ya bi hiqûqa navneteweyî, biryarên NY û pêkanîna çareseriya dudewletî ya bi rêyên dîplomatîk nîşan dide.

Her wiha wezaretê bang li welatên din kir ku di civîna Neteweyên Yekbûyî ya ku dê di meha Îlonê da were lidarxistin da, Dewleta Filistînê nas bikin da ku aramiya li herêmê û cîhanê misoger bibe.

Wezaretê biryara Macron wekî serkeftineke hewldanên welatên ereban, bi taybetî Erebistana Siûdî û dîplomasiya Filistînê nirxand ku ji bo zêdekirina piştgiriya ji bo Filistînê di qada navneteweyî da hewl didin.

Ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) 149 dewlet, dewleta Filistînê nas dikin. Norwêc, Îrlanda û Spanyayê di 22ê Gulana 2024an da ragihandin ku ew ji 28ê Gulana 2024an pê va Dewleta Filistînê bi fermî nas dikin.

Her wiha heşt endamên YEyê, yên ji Bulgaristan, Polonya, Komara Çek, Romanya, Slovakya, Macaristan, Rêveberiya Rûm ya Qibrîsa Başûr û Swêdê pêk tên jî ragihandin ku ew Dewleta Filistînê nas dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.