Wezareta Karên Derva çalakiyên niştecihbûnê ya li Şerîaya Rojava û tundiya Îsraîlê ya dijî Filistîniyan şermezar kir
Ankara
Wezareta Karên Derva daxuyand ew zêdebûna terora niştecihbûnê ya li Şerîaya Rojava ya di demên dawî da, çalakiyên niştecihbûnê û tundiya hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ya dijî Filistîniyan şermezar dikin.
Wezaretê der barê rewşa li Şerîaya Rojava da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ew zêdebûna terora niştecihbûnê ya li Şerîaya Rojava ya di demên dawî da, çalakiyên niştecihbûnê û tundiya hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ya dijî Filistîniyan şermezar dikin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevgerên Îsraîlê yên îlhaqkirinê yên ku armanc dikin çareseriya dudewletbûnê ku ji bo aştiya mayînde ya herêmê mifte ye têk bibin û yên terora niştecihbûnê ku di serî da mafê jiyanê ya Filistîniyan û mafên bingehîn hedef digirin û ji bo hiqûqa navneteweyî û îstiqrara herêmê pêwîstiyeke sereke ye divê tavilê bi dawî bibin."
