Dinya

Wezîrê Parastina Sûriyeyê: "Li Suweydayê agirbest hat îlankirin"

Ahmet Karaahmet  | 15.07.2025 - Rojanekırın : 16.07.2025
Wezîrê Parastina Sûriyeyê: "Li Suweydayê agirbest hat îlankirin"

Damascus

Wezîrê Parastina Sûriyeyê Tumgeneral Merhef Ebû Qesra daxuyand ku li Suweydayê agirbest hat îlankirin.

Wezîr Ebû Qesra li ser hesabê xwe yê Xa medyaya civakî daxuyand ku li gorî peymana ku di navbera rîspî û pêşengên bajêr da hat çêkirin, biryara îlankirina agirbestê hat dayîn.

Ebû Qesra wiha got, "Ji hemû yekîneyên me yên eskerî yên bajêr ra telîmata sepandina agirbestê hat dayîn. Lêbelê heke komên çekdar ên dereqanûnî êrîş bikin, tenê bersiva wan wê were dayîn."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), artêşa Sûriyeyê amadehiyê dike ku çekên giran ji navenda bajarê Suweydayê derxe, neqlî Şamê bike û asayîşa bajêr û derdora wê dewrî polêsan bike.

- Bûyerên Suweydayê

Li Suweydayê du roj berê komên Durzî dest danîn ser hin wesayîtên eşîrên Erebên Bedewî û piştra pevçûnên çekdarî yên piçûk dest pê kiribûn.

Her du aliyan hin sivîl revandin û li ser vê pevçûn tundî bûbûn, ji komên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî herî kêm 30 kes hatibûn kuştin, 100 kes birîndar bûbûn.

Li ser vê seba sekinandina pevçûnan yekîneyên Wezaretên Parastin û Karên Navxweyî gelek esker wekî teqwiye sewq kiribûn.

"Komên dereqanûnî" êrîşî konvoyên Wezaretên Parastin û Karên Navxweyî kiribûn û di êrîşan da 18 esker hatibûn kuştin, 9 esker jî dîl hatibûn girtin.

Wezîrê Parastina Îsraîlê Yisrael Katz jî êrîşên ku Îsraîlê birin ser başûrê Sûriyeyê parastibû û wiha gotibû: "Em ê destûrê nedin ku zirarê bidin Durziyan, Îsraîl wê li kêlekê nemîne."

Piştî vê daxuyaniyê Îsraîlê li derdora wilayeta Suweydayê bi tevahî pênc êrîşên esmanî biribûn ser nêzî konvoyên Wezaretên Parastin û Karên Navxweyî yên ku bi cih bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.