Dinya

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê: "HSD li Sûriyeyê derdestkirinên keyfî dike, ev jî agirbestê tehdîd dike"

Mustafa Deveci, Mehmet Burak Karacaoğlu, Halime Afra Aksoy  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 21.01.2026
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê: "HSD li Sûriyeyê derdestkirinên keyfî dike, ev jî agirbestê tehdîd dike"

Syria

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra got ku YPG/HSDya rêxistina terorê li bajarê Hesekêya li bakurê rojhilatê welêt ku dagir kiriye dijî sivîlan derdestkirinên keyfî dike û ev yek jî agirbestê tehdîd dike da.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand piştî ku duh êvarê agirbest ket rewacê YPG/HSDya rêxistina terorê li navenda bajarê Hesekê ya di bin dagiriyê da ye gelek ciwanên Ereb derdest kirin.

Hêmanên YPG/HSDyê bi zora çekan ciwanên hatin derdestkirin birin cihekî nayê zanîn.

Ji hêla din va Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê der barê derdestkirinên rêxistina terorê yên li Hesekê da ji SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ra nirxandin kirin.

Ebû Qesra diyar kir ku bêyî ku ji ser agirbesta ku duh bi saeta herêmî saet 20.00an da ket rewacê rojek derbas bibe YPG/HSD "Li Hesekê dest bi derdestkirinên keyfî kir."

Ebû Qesra bertek nîşanî derdestkirinan da û xwest ku sivîlên navborî bên berdan û got ku "Ji hêla HSDyê va li Hesekê bi awayekî keyfî derdestkirina bi dehan niştecihan temamiya agirbestê tehdîd dike. HSD divê demildest van derdestkirinên keyfî rawestîne û hemû girtiyan berde."

Di navbera Şam û YPG/HSDyê da, duh biryara agirbesta 4 rojî hatibû hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın