Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rubio îdiayên ku wê Filistîniyên li Xezeyê bibin Libyayê, derewand

Mücahit Oktay  | 21.05.2025 - Rojanekırın : 22.05.2025
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rubio îdiayên ku wê Filistîniyên li Xezeyê bibin Libyayê, derewand

New York

 Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubio li ser îdiayên ku dibêjin wê Filistîniyên li Xezeyê werin dersînorkirin û bo Libyayê bên veguhastin, axivî û got ku îdia rast nînin.

Rubio li Kongreya Amerîkayê di rûniştina Komîteya Têkiliyên bi Derva ra ya Senatoya Amerîkayê da li ser butçeya Wezareta Karên Derva ya sala 2026an axivî.

Rubio desnîşan kir, îdiayên ku dibêjin wê Filistîniyên li Xezeyê bişînin Libyayê, rast nînin.

Rubio got: "Na, dersînorkirin tuneye. Mijara ku me bi hin welatan ra guftûgo kir ev e ku kesên bi dilxwazî bibêjin em ji vê derê dixwazin derbasî cihekî din bibin."

Li ser pirsên endamên Komîteyê, Rubîo got ku ev veguhastin mayînde nîne û wiha daxuyand, "Ji bo êşên însanî hinekî sivik bibin" ev gavên berwext in.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubio got ku Washingtonê ji hin welatan pirs kiriye gelo ji bo demekê wê Filistîniyan qebûl bikin an na; lêbelê haya wan pê tune ku bi Libyayê ra hevdîtinek hatiye kirin an na.

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da ji duh serê sibê vir va 78 Filistînî hatin kuştin

Ji aliyê din va hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî mal û wargehên Filistînî lê ne yên li Xezeyê da ji duh serê sibê vir va 78 Filistînî hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.