Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Îranê ji bo ku bi Amerîkayê ra peymaneke "adil û wekhev" bikin firsendeke dîrokî heye

Ahmet Dursun  | 24.02.2026 - Rojanekırın : 25.02.2026
Wezîrê Karên Derva yê Îranê ji bo ku bi Amerîkayê ra peymaneke "adil û wekhev" bikin firsendeke dîrokî heye

Ankara

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî got ji bo ku di mizakereyên bi Amerîkayê ra "peymaneke fikarên dualî bingeh digire û di çarçoveya berjewendiyên dualî da, paymeneke bêmanend çêkin xwedî firsendeke dîrokî ne."

Eraqçî berî mizakereyên ku dê 26ê sibatê roja pêncşemê li Cenevreyê bi Amerîkayê bên kirin ji ser hesabê xwe yê ji ser platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya Amerîkan daxuyanî dan.

Eraqçî diyar kir ku Îran li ser bingeha mutebeqatên tura borî da li hev kirin bi biryardariya ku di demek herî kurt da bigihêjin peymaneke adil û wekhev dê li Cenevreyê bi Amerîkayê ra dîsa dest bi hevdîtinan bikin û got ku "Îran dê tu şertê da çekên nukleerê çêneke û em ê tu carî ji mafê ku gelê me ji nîmetên teknolojiya nukleerê ya aştiyane sûd wergire, bernedin."

Eraqçî nirxandina "Em ji bo ku peymaneke fikarên dualî bingeh digire û di çarçoveya berjewendiyên dualî da, paymeneke bêmanend çêkin xwedî firsendeke dîrokî ne. Lihevkirin mimkûn e lêbelê ji bo vê divê pêşaniyê bidin dîplomasiyê."

Eraqçî got Îranê berî niha îsbat kir ku ji bo parastina desthilatdariya xwe dê ji tu tiştê paşda nemîne û da zanîn ku bi heman awayê li ser maseya mizakereyê ji bo ku ji her cure nelihevkirinê ra çareseriya aştiyane bibînin dê bixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.