Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî: "Em ji ber çekdanîna PKKyê kêfxweş in"

Mustafa Melih Ahıshalı  | 30.11.2025 - Rojanekırın : 30.11.2025
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî: "Em ji ber çekdanîna PKKyê kêfxweş in" Ahmet Serdar Eser

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyand ku welatê wî ji ber çekdanîna PKKya rêxistina terorê kêfxweş e.

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di serdana xwe ya Tehranê da li Wezareta Karên Derva bi hemtayê xwe yê Îranî Eraqçî ra civiya.

Piştî civîna dualî û ya di navbera heyetan da, her du wezîran civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Eraqçî diyar kir teror ji bo herêmê gef e û wiha got: "Em ji ber çekdanîna PKKyê kêfxweş in. Em piştgiriyê didin paqijkirina Tirkiyeyê ya ji terorê."

Wezîr Eraqçî her wiha li ser têkiliyên bazirganiyê jî axivî û bal kişand ser rakirina astengiyên li pêşiya bazirganiyê û veberhênanê ya di navbera herdu welatan da.

Eraqçî wiha got: "Îran amade ye ku peymana xazê ya bi Tirkiyeyê ra dirêj bike û di qada vejenê da hevkariyê pêş bixe."

Erakçi ragihand ku vekirina deriyekî sînor ya nû û navendên bazirganiyê, girêdana herdu welatan a bi rêya xeta trênê û lidarxistina civînên pisporên teknîkî ya li ser bazirganiyê hatine axaftin.

Wezîr Eraqçî anî ziman ku di demeke nêzîk da Konsolxaneya Îranê ya li Wanê wê vebe û ew ê têkiliyên dualî pêş bixe.

Eraqçî her wiha destnîşan kir ku mijarên herêmî û navneteweyî yên wekî mizakereyên nukleerî yên Îranê û mueyîdeyên Amerîkayê, hewldanên hevbeş ên li ser mijara Filistînê û binpêkirina agirbesta Xezeyê ya ji aliyê Îsraîlê va jî hatine nîqaşkirin.

Eraqçî wiha got: "Aramî û aştiya Sûriyeyê bi parastina yekparçetiya axa wê va girêdayî ye û gefa herî mezin ji Îsraîlê tê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.