Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqcî bersiva bangewaziya peymanê ya Trump da

- "Ev peyman divê peymaneke wisa be ku li ser bingeha wekheviyê ye û pêkûtî, tehdîd û çavtirsî tê da tunebe, mafê xwedîbûna teknolojiya nukleerê ya aştiyane ya Îranê hilde bin temînatê û garantiyê bide ku nebe xwediyê çekên nukleerê"

Ahmet Dursun  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqcî bersiva bangewaziya peymanê ya Trump da

Ankara

Wezîrê Karên Derva yê Îranê dubare kir ku welatê wî ji bo peymaneke ku mafê xwedîbûna teknolojiya nukleerê ya aştiyane ya Îranê hilde bin temînatê û garantiyê bide ku nebe xwediyê çekên nukleerê amade ye.

Eraqcî di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê Amerîka ye bersiva peyama peymana Serokê Amerîkayê Donald Trump da.

Eraqcî destnîşan kir ku Îran her tim bo peymaneke nukleerê ya dualî berjewendiyê dide, adil û wekhev memnûn dibe û got ku "Ev peyman divê peymaneke wisa be ku li ser bingeha wekheviyê ye û pêkûtî, tehdîd û çavtirsî tê da tunebe, mafê xwedîbûna teknolojiya nukleerê ya aştiyane ya Îranê hilde bin temînatê û garantiyê bide ku nebe xwediyê çekên nukleerê."

Eraqcî da zanîn ku di doktrîna ewlehiyê ya Îranê da xwedîbûna çekûm îmhekirina girseyî ra cî tune û tu carî hewl nedan ku bibin xwediyê van çekan.

Wezîrê Îranî got ku ji bo êrîşeke dijî welêt jî amade ne ku demildest bersiveke xurt bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.