Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî, îdiayên welatê wî bi Amerîkayê ra di peywendiyê da ye derewandin

Mustafa Melih Ahıshalı  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî, îdiayên welatê wî bi Amerîkayê ra di peywendiyê da ye derewandin

Istanbul

 Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî bertek nîşanî îdiayên çapemeniya rojava yên ku rêveberiya Tehranê van rojên dawîn bi Amerîkayê ra rasterast di peywendiyê da ye, da.

Eraqçî li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîka, der heqê mijarê da daxuyanî da.

Eraqçî diyar kir ku peywendiya dawîn a bi Steve Witfkoffê Nûnerê Taybet ê ji bo Rojhilata Navîn ê Serokê Amerîkayê Donald Trump berî êrîşên Amerîka-Îsraîlê pêk hat û wiha got, "Her îdiayeke bereksê vê, bi tenê ji bo xapandina bazirganên petrolê û rayagiştî ye."

Malpera înternetê Axios a navend Amerîka di nûçeya xwe da ya spart çavkaniyên neeşkerekirî, îdia kiribû ku Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî bi Witkoffê Nûnerê Trump ra rasterast di peywendiyê da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın