Dinya

Wezîrê Karên Derva Fîdan li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov ra civiya

Dmitri Chirciu  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov ra civiya

Moskova

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Moskovaya paytextê Rûsyayê bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra hat bal hev.

Lavrov û Fîdan di civîna ku li paytext Moskovayê hat lidarxistin da di beşa civînê ya ji çapemeniyê ra vekirî da axivîn.

Wezîr Fîdan daxuyand, ew ji ber ku careke din li Moskovayê ye û ji bo vê bernameya baş, kêfxweş e û wiha got: "Ez duh ji hêla (Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr) Putîn va hatim qebûlkirin û derfeta min çebû ku ez silavên herî dilsoz, daxwazên baş û peyamên girîng ên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bigihînim wî."

Wezîr Fîdan behsa têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê kir û wiha axivî: "Têkiliyên me bi awayekî pir saxlem digihîjin armancên xwe û li ser rêya ku ji hêla serokên me va hatiye xêzkirin pêşva diçin. Li erdnîgariya me ya ku rojev pir zû diguhere, têkiliyên kûr ên navbera Tirkiye û Rûsyayê li herêma me di pêkanîna îstiqrar û ewlehiyê da roleke girîng dilîzin. Rûsyayê ji bo mizakereyên rasterast ên bi Ukraynayê ra Stenbol tercîh kir û ev jî nîşan dide ku têgihîştineke hevpar heye û welatên me dixwazin îstiqrarê ava bikin."

Fîdan got ku di hevdîtina bi Lavrov ra dike da hemû mijarên têkiliyên piralî yên navbera herdu welatan, mijarên vejen, aborî, Rojhilata Navîn û Afrîka di serî da, ew ê li ser pirsgirêkên herêmî biaxivin.

- "Hevkariya me ya bazirganî û veberhênanê pêş va diçe"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov jî daxuyand, ew kêfxweş e ku mazuvaniya Fîdan û heyeta wî dike.

Lavrov destnîşan kir ku rojeva berfireh û kûr a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da ji hêla Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn û Serokomar Erdogan va tê diyarkirin û bal kişand ser wê yekê ku Fîdan duh ji hêla Putîn va hat qebûkirin.

Lavrov got ku di civîna duh da nêrîna hevkariyê hat piştrastkirin û wiha axivî: "Ji bo hevkariya dualî gelek planên me yên girîng hene. Bi mijarên ku hatin axaftin va armanca me ew e ku astengiyên dereqanûnî yên ji derva tên, bên rakirin. Di warê bazirganî û veberhênanê da hevkariya me pêş va diçe û wê pêşva here jî."

Lavrov destnîşan kir, ew û Fîdan wê li ser mijarên ku ji hêla her du serokan va hatine diyarkirin, biaxivin û wiha dewam kir "Rûsya û Tirkiye di nav înîsiyatîfên navneteweyî da ne. Armanca wan ew e ku rewşa gelek herêman baştir bikin. Di nava van herêman da Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn jî heye. Wekî ku Putîn jî duh got, em girîngiyê didin hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo avakirina nû ya mizakereyên rasterast ên bi Ukraynayê ra."

 - Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan digel hemtayê xwe yê Rûs Lavrov di civîna hevbeş a çapemeniyê da axivî

Wezîrê Karên Derva Fîdan derbarê helwesta Tirkiye û Rûsyayê ya di mijara Sûriyeyê da got, "Wekî Tirkiye û Rûsya em ê xebata xwe ya ji bo yekîtiya Sûriyeyê û yekperçetiya xaka wê bidomînin. Emê berdewamiyê bidin hewlên xwe yên ji bo aramî û îstiqrara Sûriyeyê."

Fîdan li Moskowê piştî hevdîtina digel Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di civîna hevbeş a çapemeniyê da axivî.

Wezîr Fîdan anî ziman ku digel Lavrov mijarên navneteweyî jî gotûbêj kirine û bi bîr xist ku di pêvajoya 5 mehên dawîn da li Sûriyeyê di warê siyasî û îstiqrara aborî digel tesîsa asayişê pêşhatên giring rû dan.

Fîdan destnîşan kir ku Tirkiye piştevanê wê yekê ye hemî komên eskerî yên li Sûriyeyê di bin banê artêşeke neteweyî û fermandariyeke navendî da bên civandin û tekezî li wê yekê jî kir gelekî giring e ku hemî aliyên peywendîdar nifûza xwe ji bo cîbicîkirina peymana ku 10ê adarê di navbera Serokomar Ehmed Şara û Ferhad Evdî Şahîn (Mezlûm Evdî) hat îmzekirin da bi kar bînin."

Wezîr Fîdan destnîşan kir ku di hevdîtina îro da digel Lavrov li ser hemî mijaran sekinîne û got, "Wekî Tirkiye û Rûsya em ê xebata xwe ya ji bo yekîtiya Sûriyeyê û yekperçetiya xaka wê bidomînin. Emê berdewamiyê bidin hewlên xwe yên ji bo aramî û îstiqrara Sûriyeyê."

Fîdan wiha dewam kir, "Divê komkujî û drama mirovahiyê ya li Xezeyê bisekine. Heger ev çênebe em nikarin rê li ber tevliheviyên ku wê Îsraîlê jî bikişîne nav xwe, bigirin. Divê mirovahî û civaka navneteweyî hemû hewlên xwe bidin da ku ezmûna ku li vir winda kirine ji nû ve bi dest bixin. Emê di vê mijarê de bi Rûsyayê re xebatên xwe bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.