Dinya

Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov ra bi têlefonê axivî

Büşranur Keskinkılıç  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov ra bi têlefonê axivî

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra bi têlefonê axivî.

Li gor agahiya ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatin hildan Wezîr Fîdan bi Wezîrê Karên derva yê Rûsyayê Lavrov ra bi têlefonê axivî.

Di axaftinê da der barê pêngavên dikarin ji bo demildest dawîlêanîna şerê li herêmê û vegera ser maseya mizakreyê biavêjin hatin guftûgokirin.

Wezîr Fîdan bal kişand ser xetereya dirêjbûna şer hem ji bo welatên li herêmê hem jî ji bo nîzama navnetweyî derdixîne holê.

Di axaftina ku rewşa dawîn a der barê şerê li Ukrayna û Rûsyayê da hatin nirxandin da jî Wezîr Fîdan dubare kir ku Tirkiye amade ye ku di tura muteakîb a mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da mazûvantiyê bike.

Fîdan û Lavrov her wiha mijarên der barê ewlehiya vejenê da jî guftûgo kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.