Dinya

Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Eskerî: "Iraq ji aliyê qirêjiya jîngehê va di rêza pêncemîn a cîhanê de ye"

Haydar Şahin, Hemin Othman Mohammed, Emrah Akbulak  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Eskerî: "Iraq ji aliyê qirêjiya jîngehê va di rêza pêncemîn a cîhanê de ye"

Ankara

Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Dr. Helo Mistefa Eskerî destnîşan kir ku Iraq ji aliyê qirêjiya jîngehê va di rêza pêncemîn a cîhanê de ye û anî ziman ku armanca wan ew e ku bi hevkarî digel Tirkiyeyê jîngeha herêmî biparêzin.

Iraqa ku bi pirsgirêkên wekî hişkesaliyê, kêmbûna avê û qirêjiya hewayê ra rûbirû ye, hewl dide ku guherîna avhewayê û pirsgirêkên jîngehê çareser bike.

Bilindbûna germahiyê, kêmbûna baranê, daketina asta çeman, kêmbûna deverên şîn û zêdebûna çolbûnê li Iraqê pirsgirêkên jîngehê bi xwe ra tînin.

Ji aliyekî din va bûyerên ku ji bo dabînkirina pêdiviyên enerjî û veguhastinê yên ji bo 45 milyon nifûsa Iraqê, têne kirin, dibin sedema hilberîna mîqdarek giring a bermahiyê û zibilê.

Wezîrê Jîngehê Eskerî rewşa jîngehê ya Iraqê û bandorên guherîna avhewayê li ser welêt ji bo nûçegihanê AAyê nirxand û diyar kir ku welatê wî di warê rewşa jîngehê da niha di nav welatên herî xirab ên cîhanê da ye.

Eskerî diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîngehê jî bi Tirkiyeyê ra dixebitin û got, "Tirkiye welatekî cîran e. Ji ber vê yekê, em di navbera xwe da nîqaş û hevkariyê dikin. Armanca me ew e ku bi hevkariya li ser av, hewa û projeyên din jîngeha herêmê biparêzin."

Eskerî bal kişand ser wê yekê ku welatê wî bi pirsgirêkek mezin a jîngehê ra rûbirû ye û got, "Iraq ji aliyê qirêjiya jîngehê va di rêza pêncemîn a cîhanê de ye û anî ziman ku armanca me ew e ku bi hevkarî digel Tirkiyeyê em jîngeha herêmî biparêzin. Qirêjî ne tenê ji ber çalakiyên mirovan, lê di heman demê da ji ber guherîna avhewayê jî çêdibe."

Eskerî diyar kir ku bûyerên ku ji bo dabînkirina pêdiviyên enerjî û veguhastinê yên ji bo 45 milyon nifûsa Iraqê, têne kirin, dibin sedema hilberîna mîqdarek giring a bermayikan û got, "Van hemûyan guhertinek giştî di jîngeha Iraqê de çêkiriye."

Eskerî diyar kir ku Wezareta Jîngehê stratejiyeke berfireh ji bo têkoşana li dijî van pirsgirêkan pêşxistiye û destnîşan kir ku ew beşdarî lêkolînên navneteweyî dibin da ku ji ezmûnên cîhanî di warên rêveberiya bermayiyan, rêveberiya avê, paqijkirina kanalîzasyonê û enerjiya nûjenkirî da sûd werbigirin.

Eskerî destnîşan kir ku di nav wezaretê da gelek proje têne meşandin û got, "Bi taybetî, di çarçoveya projeya yekem a ku me ji bo şopandina kalîteya hewaya Bexdayê dest pê kir da, em dikarin bi avakirina wîstgehên çavdêriyê li gelek xalan kalîteya hewaya Bexdayê bişopînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın