Dinya

Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê Mistefa agirbesta li Suweydayê û êrîşên Îsraîlê nirxandin

"Îsraîl Sûriyeyeke yekpare û biîstiqrar naxwaze. Polîtîkaya xwe ya ku welêt parçekirî û bê îstiqrar bihêle, didomîne. Mixabin hin aliyên navxweyî jî bi hesabên siyasî xizmeta polîtîkayên Îsraîlê dikin"

Muhammed Karabacak  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 02.08.2025
Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê Mistefa agirbesta li Suweydayê û êrîşên Îsraîlê nirxandin

Damascus

 Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa diyar kir, Îsraîla ku li Suweydayê piştgiriyê dide pêşengê Durziyan Hikmet el-Hecrî dixwaze bi destê Hecrî pergaleke mînanî kantonê bide avakirin û wiha dewam kir, "Îsraîl Sûriyeyeke yekpare û biîstiqrar naxwaze. Polîtîkaya xwe ya ku welêt parçekirî û bê îstiqrar bihêle, didomîne. Mixabin hin aliyên navxweyî jî bi hesabên siyasî xizmeta polîtîkayên Îsraîlê dikin."

Wezîr Mistefa ji nûçegihanê AAyê ra pêvajoya agirbestê ya ku li Suweydaya başûrê welêt pêk hat, midaxeleyên Îsraîlê, hevdîtinên di çarçoveya peymana ku bi PKK/YPGya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne ra tên meşandin û helwesta rêvebiriya Şamê nirxandin.

Mistefa diyar kir, agirbesta ku li Suweydayê pêk hat, Amerîka di serî da bi navbeynkariya hin welatan pêk hat û wiha dewam kir, "Bi taybetî piştî êrîşên ku Îsraîlê anîn ser Şamê, seba çareseriya siyasî zemînek çêbû. Çareseriyên siyasî yên ku seba Suweydayê hatin pêşniyazkirin jî, ew vebijêrk bûn ku dewletê pêşniyaz kiribûn."

Mistefa daxuyand, niyeteke rêvebiriya Şamê tunebû ku li dijî Suweydayê operasyonê bide destpêkirin, di şeş mehên dawîn da bi çendîn komên siyasî û eskerî ra, bi koma Hecrî ra jî mizakere hatin kirin û di vê pêvajoyê da hin tewîz hatin dayîn, ji tewîzan yek jê ew e ku xortên Suweydayî asayîşê pêk bînin.

Mistefa destnîşan kir ku ew girjiya ku bi dirêjê salan e di nava Durziyan û eşîrên Bedewî da berdewam in, gur bû û rêveberiya Şamê rûbirûyê du vebijêrkan ma û got, "Yan wê dewletê midaxele bikira yaxud ewê bê layen bimaya û bi encamê razî biba. Di vê çarçoveyê da midaxeleya eskerî ya li Suweydayê operasyoneke plankîrî nebû."

Mistefa anî ziman ku agirbest ne tenê peymaneke nivîskî bû, di esasê xwe da li ser têgihiştina bi beramberî bû û wiha pê da çû:

"Agirbest mimkun e di 3 astan da bê nirxandin. Ya yekem, rawestandina şer û vekişîna hêzên ewlehiyê ji navenda bajêr. Ya duyemîn, derxistina komên eşîrî ji bajêr û ji nû va bicihkirina dewletê bo deverên gundewarî. Di dawiyê da, dabînkirina pêdiviyên bingehîn. Dabînkirina sotemenî û xurekê û temîrkirina binesaziya ragihandin û înternetê. Her çiqas ew çekdarên girêdayî Hecrî di rojên destpêkê da hewl dan ku agirbestê binpê bikin jî, agirbest di rojên duyemîn û sêyemîn da hate qewînkirin."

Mistefa tekezî kir ku nêzîkbûna dewletê bi hemû welatiyên xwe ra wekhev e, tevî gotegotên dijminane jî alîkariya mirovî digihîne Suweydayê û dewlet ne bi perspektîfeke komî an civakî bi perspektîfeke neteweyî tevdigere û got, "Lêbelê, Hecrî û komên mîna wan tenê hewl didin ku bi rêbazên cudaxwaz û teng-hişmend çîroka xwe biafirînin. Ew her wiha tevdigerin her wekî ku berpirsiyariya gihandina alîkariya dewletê girtibin ser xwe. Her çiqas di bazirganiyê da hinek dijwarî hebûn jî, alîkariya mirovî qet nehatiye qut kirin."

Mistefa bal kişand ku Hecrî alîkariyên mirovî kirin bin kontrola xwe û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar anîn û wiha dewam kir, "Hecrî paşeroja Suweydayê dike xetereyê. Gotinên wekî 'dorpêça alîkariyê' ji hêla tu Sûriyeyî va nayê qebûlkirin. Alîkariyên dewlet dişîne dike bin kontrola xwe û van jî ji bo kirîna pabendiyê û cezakirina mixalifan bi kar tîne."

Mistefa qala helwesta Îsraîlê ya di mijara Suweydayê da jî kir û wiha got, "(Binyamin) Netanyahu seba paşeroja xwe ya siyasî herêm bênavber kir nav rîskê. Meseleya Xezeyê kir ku peywendiyên Îsraîlê bi mitefiqên wî yên Rojavayî ra di asta krîza însanî da bigihêje ber qutbûnê."

Mistefa bal kişand ku helwesta Îsraîlê ya dijî Sûriyeyê, polîtîkayek e ku bi salan e didome û wiha dewam kir:

"Îsraîl hebûna Sûriyeyeke nû erênî nabîne. Lewma dixwaze Sûriyeyeke parçebûyî û bêîstiqrar bibîne. Mixabin di hundir da jî hin alî bi hesabên berteng ên siyasî va piştgiriyê didin vê polîtîkaya Îsraîlê. Îsraîlê tu wextî ji bo parastina Durziyan midaxele nekir."

Mistefa destnîşan kir, Îsraîla ku li Filistîna dagirkirî piştgiriyê dide hin komên Durzî, bi gelemperî zextê li Durziyan dike û wiha got, "Îsraîl bi rêya van koman va dixwaze tecrubeya xwe ya der heqê Durziyên li Filistînê da derbasî Sûriyeyê bike."

Mistefa destnîşan kir ku piraniya Durziyên Sûriyeyî jî çavê xwe ji Şamê venaqetînin û got ku "Wan her dem Îsraîlê wekî dagirker dîtin."

Mistefa destnîşan kir ku armanca civînên ku bi PKK/PYDya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê navê HDSyê bi kar tîne ra li Parîsê hatin kirin ew e ku pêkûtiyê ku ser rêxistinê bike ku girêdayî Peymana 10ê Adarê bimîne û wiha axivî: "Li gor Peymana 10ê Adarê dihat plankirin pêngavên bi merhele bên avêtin. Dewleta Sûriyeyê wekî li Suweydayê li rojhilatê Feratê jî berpirsyariyên xwe bi cî anîn."

Mistefa got ku "HDS niha bi giştî dibêje ku girêdayî peymanê ye lêbelê li sehayê tu pêşketin çênebûye."

Mistefa piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo yekîtî û bihevrabûna Sûriyeyê, helwesta Tirkiyeyê ya dijî hebûna rêxistina terorê ya li bakurê welêt bi bîr xist û nirxandina "Ev daxuyaniyeke demkî nîne, pozîsyona mayînde ya hikûmetên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê ji bo HDSyê firsendeke siyasî heye. Divê peymanên ku dê hilde bin temînatê ku dê di pêşerojê da li Sûriyeyê bi awayekî çalak cî bigire bên kirin. Sê şertên bingehîn ên vê yekê hene; yek welat, yek hikûmet, yek artêş." kir.

Mistefa diyar kir ku di civînan da her çiqas "îradeya bi niyeteke baş" hat bilêvkirin jî ev di pratîkê da qels ma û got ku "Hevdîtin hê xilas nebûne lêbelê pêşketineke berbiçav jî tune."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.