Li Herêma Kurdistana Iraq a Federal (HKIF) ji bo hilbijartina parlementoyê ray dayîn dest pê kir.
Dengdêran şeveqê ji 07.00an pê ve dest bi raydayînê kirin.
Welatî li Erbîl, Silêmaniye û Dihokê cihên ku sindoq lê hatine danîn dikarin dengên xwe bidin.
Ji bo hilbijarina Parlementoya Kurdan 2 milyon û 803 hezar kes dê ray bidin û tê çaverêkirin ku hemû biçin ser sindoqê û rayên xwe bidin.
Nûnerê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind yê Erbîlê Henderer Mûhammed diyar kir ku ji bo hilbijartinê li 1400 cihî 7 hezar û 200 sindoq hatine danîn. Welatî niha ji bo dengdayînê rayên xwe li van navendan diavêjin.
Di pûsûlayên dengdayînê de Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Goran, Yekgirtu, Komala Îslam, Partiya Sosyalîst, Partiya Tevgera Îslamî, Partiya Kedê, partiyên Tirkmenan, Asûran, Êzîdiyan, Keldaniyan û Sûryaniyan, û parlementerên serbixwe jî di nav de, 31 partî û kom di vê pûsûlayê de cih digrin. Di pûsûlaya dengdayînê de bi tevahî 129 namzet hene.
Di Meclîsa Kurdan de ji bo partiyên siyasî 100 parlementer û ji bo kêmnetew û nemisilmanan jî 11 parlementer dikarin bi cih bibin, yanî 111 parlementer dê bên hilbijartin.
Niha di meclîsê de 30 parlementerên PDKê, 29 parlementerên YNKê, 23 parlementerên Goran, 6 yên Yekgirtu, 4 yên Komala Îslam, 1 yê Partî Kominîst, 2 yên Partî Sosyalîst, 2 yên Partiya Tevgera Îslamî, 1 yê Partiya Kedê û 2 parlementer jî serbixwe di meclîsê de cih digrin. Di meclîsê de niha ji bo Tirkmenan 5, ji bo Asûriyan 2, bo Êzîdiyan 2 û ji bo Sûryanî û Keldaniyan jî yek kontenjan hatine cihê kirin.