Dinya, Cemal Kaşikçi

"Weke rojê eşkere ye ku Prensê Welîaxt fermana kuştina Kaşikçi daye"

Rayedarê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ku rapora li ser mijarê ya Teşkîlata Xeberhildanê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) dîtiye diyar kir ji bo cinayetê fikreke pir xurt heye ku tiliya pêşengiya Siûdî tê da heye, kes li ser vê fikrê nîqaş nake

İbrahim Atmaca  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
"Weke rojê eşkere ye ku Prensê Welîaxt fermana kuştina Kaşikçi daye"

Ankara

ANKARA

Rayedarekî ku di Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da wezîfedar e diyar kir ku di cinayeta rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi da "weke rojê eşkere" ye ku Prensê Welîaxt ê Siûdî Mihemed bîn Selman ferman daye.

Rayedarê ku rapora li ser mijarê ya Teşkîlata Xeberhildanê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) dîtiye û naxwaze navê wî were eşkerekirin daxuyanî da ABC Newsê û diyar kir ku ji bo cinayetê fikreke pir xurt heye ku tiliya pêşengiya Siûdî tê da heye, kes li ser vê fikrê nîqaş nake.

Rayedar destnîşan kir ku "weke rojê eşkere" ye ku Prensê Welîaxt ê Siûdî Mihemed bîn Selman fermana kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi daye.

Di nûçeya rojnameya Washington Postê da hatibû îdiakirin CIA gihîşt wê encamê ku Prensê Welîaxt ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman fermana kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi daye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku wî hê ji CIAyê birîfîng nestandiye, lê ew ê bi Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo û rayedarên îstixbaratê ra li ser vê mijarê biaxive.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.