Von der Leyenê bi Serokê HKIyê Barzanî ra li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û Kendavê axivî
Istanbul
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyenê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra li ser rewşa ewlehiya welatên li Rojhilata Navîn û Kendavê axivî.
Von der Leyenê di parvekirina li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîkayê da ragihand ku wê bi Barzanî ra bi têlefonê xeberda.
Von der Leyenê diyar kir ku wê, bi Barzanî ra li ser rewşa ewlehiya welatên li Rojhilata Navîn û Kendavê xeberda û wiha got, "Îro roj rola herêma Kurdistanê ya pêkanîna îstiqrarê, ji hemû deman bêtir giring e."
Von der Leyenê bal kişand ku ji bo pêkanîna ewlehiya YEyê û "parastina destkeftiyên vesazbûna jinûva", ew bi biryar in ku bi Barzanî ra bixebitin û piştgiriya xwe ya ji bo Iraq û HKIyê bidomînin.
