Dinya

Venezuelayê sînor xwe yê Kolombiyayê girt

Mixalafetê soz dabû ku di 23yê sibatê da "alîkariya mirovahiyê" bîne welêt û beriya vê hikûmetê biryar da ku sînor were girtin

Haydar Şahin  | 23.02.2019 - Rojanekırın : 24.02.2019
Venezuelayê sînor xwe yê Kolombiyayê girt

Caracas

Hikûmeta Venezuelayê "tehdîdên dereqanûnî û girîng" ên Kolombiyayê wekî hincet nîşan da û biryar da ku sînorê bi vî welatî ra berwext were girtin.

Delcy Rodrigueza Alîkara Serokê Venezuelayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Ji ber tehdîdên dereqanûnî yên ji hikûmeta Kolombiyayê tên biryar hat dayîn ku sînorê herdu dewletan ji bo demekê were girtin."

Mixalafetê soz dabû ku di 23yê sibatê da "alîkariya mirovahiyê" bîne welêt û beriya vê hikûmetê biryar da ku sînor were girtin.

Venezueayê berê jî biryar dabû ku sînorê bi Brezîlyayê ra were girtin.

- "Şova alîkariya mirovahiyê"

Li Venezuelya kirîza aboriyê û siyasî heye û mijara "kirîza mirovahiyê û alîkariyê" di navbera hikûmetê û mixalefeta Amerîka piştgiriyê dide da dibe sedema nîqaşan.

Nîcolas Maduroyê Serokê Dewletê dibêje mijara "alîkariyê" "parçeyekê stratejiya dagirkirinê ya Amerîkayê ye" û "ew ê destûrê nede vê şovê".

Mixalefet jî dibêje 300 hezar kes li benda alîkariya acil in, 2 milyon kes bi rîska tenduristiyê ra rû bi rû maye û dibê alîkariya acil were welêt.

Artêşê li ser telîmata Maduro sînor girt, hê nayê zanîn ku mixalefet ew ê paketên alîkariyê yên li Cucutaya bajarê Kolombiyayê çito bîne welêt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.