VATÎKAN
Li gor xebera ajansa Assocîated Pressê rêveberiya Vatîkanê peymanek amade kir da ku Filistînê wekî dewlet nas bike. Li gor nûçeyê her çiqas ew peyman hatibe amedekirin jî hê nehatiye îmzekirin.
Hat ragihandin ku ev belge di navbera dewleta Filistîn û Vatîkanê de belgeya fermî ya ewil e û ev jî tê meneya "bi fermî naskirin"ê
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2012an de biryara ku Filistînê wek dewlet dihesibîne dabû û Vatîkan jî bi vê biryarê kêfxweş bûbû.
Wisa tê hêvîkirin ku Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas jî dê roja şemiyê bi Papa Francîscûs re bê bal hev.