USKUP
Li Makedonyayê Wezîra Karên Navxweyî Gordana Yankulovska û Wezîrê Gihandin û Ragihandinê Mîle Yanakiyevskî ji wezîfeya xwe îstifa kirin.
Yankulovskayê di nameya xwe ya îstifayê ya ku da Serokwezîr Nîkola Gruevskî da wiha got: "Ez bawer dikim ku îstifakirina min ew ê tevkariyekê bide çareserkirina pirsgirêkên Makedonyaya ku ji demeke bitengasî derbas dibe."
Wezîrê Gihandin û Ragihandinê Mîle Yanakiyevskî jî di nameya ku da Serokwezîr Gruevskî da diyar kir ku daxwaza wî ew e ku îstifaya wî tevkariyê bide îstiqrara siyasî ya Makedonyayê.
Serokwezîr Gruevskî piştî îstifakirina wezîran ji bo Wezîrtiya Karên Navxweyî navê Şefê Bûroya Ewlekariya kamûyê Mîtko Çavkov, ji bo Wezîrtiya Gihandin û Ragihandinê jî navê Midûrê Karxaneyên Kamûyê û Rêhesinê Vlado Mîsaylovskî da Meclisa Makedonyayê. Tê pîlankirin ku herdu navên ku dan meclisê sibê bên erêkirin.
Wek mayîn Midûrê Saziya Îstixbarat û Ewlekariya Makedonyayê Saşo Miyalkov jî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Miyalkov jî di nameya ku da Serokwezîr da got: "Ji welatê xwe ra xizmetkirin ji bo min rûmeta herî mezin bû. Berpirsyariya herî mezin bû."