Vatîkan: Pêkan nîne ku tiştên li Xezeyê diqewimin bên qebûlkirin

Holy See (Vatican City State)
Kardînal Pîetro Parolînê Sekreterê Dewleta Vatîkanê (Serokwezîr) diyar kir tiştên ku li Xezeya di bin êrîşa Îsraîlê da ye diqewimin pêkan nîne ku bên qebûlkirin û got dixwazin ku bombebaran bên rawestandin.
Kardînal Parolîn hevpeyvîn da L’Osservatore Romano û Vatican Newsa şaxên weşanê yên fermî yên Vatîkanê û der barê rewşa li Xezeya ku ji hêla Îsraîlê va tê bombebarankirin da got ku "Pêkan nîne ku tiştên li Xezeyê diqewimin bên qebûlkirin. Hiqûqa mirovî ya navneteweyî her dem û ji bo her kesî divê derbasdar be. Em dixwazin ku bombebaran bê rawestandin û alîkariyên hewce bigihînin gel. Ez wisa bawer dikim ku civaka navneteweyî ji bo ku dawî li vê trajediyê bîne çi ji destan tê divê bike."
Kardînal Parolîn di heman demê da ragihand ji bo ku hemû êsîrên di destê Hemasê da bên berdan û cenazeyên kesên ku di 7ê cotmeha 2023yan da mirin bên teslîmkirin bangewaziya xwe dubare dikin.