Dinya

Vance pêşnûmaya îlhaqa Şerîeya Rojava ku di binê dagirkeriya Îsraîlê da ye, wekî "ehmeqî" pênase kir

Enes Canlı  | 23.10.2025 - Rojanekırın : 24.10.2025
Vance pêşnûmaya îlhaqa Şerîeya Rojava ku di binê dagirkeriya Îsraîlê da ye, wekî "ehmeqî" pênase kir

Quds

 Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir, pêşnûmaya qanûnê ya li ser îlhaqkirina Şerîeya Rojava ya dagirkirî, dema ew li Îsraîlê bû jî hat rojevê û li meclisê ji bonê pêşda dengdayîn çêbû, dengdayîna wê mijarê ji bo wî heqaret bû û ew vê mijarê "ehmeqî" dibîne, polîtîkaya rêvebiriya Donald Trump li dijî vê yekê ye û ew ê vê polîtîkayê bidomînin.

Vance ziyareta xwe ya li Îsraîlê bi dawî kir û li Balafirgeha Ben Gurionê ya li Tel Avîvê ji mensûbên çapemeniyê ra axivî û li ser dengdayîna pêşda ya ji bo îlhaqkirina Şerîeya Rojava ya dagirkirî sekinî.

Vance diyar kir ku ev hemleya Meclisa Îsraîlê "ecêb" û "sembolîk" e, di pratîkê da tiştekî wisa tuneye, heta ew hat agahdarkirin ku ev "xwepêşandineke siyasî ye" û wiha dewam kir, "Heke ev şoveke siyasî be, hemleyeke gelekî ehmeqî bû. Ev vê wekî heqareteke şexsî jî qebûl dikim. Îsraîl wê Şerîeya Rojava îlhaq neke. Ev polîtîkaya rêvebiriya Trump e. Îsraîl wê Şerîeya Rojava îlhaq neke. Siyaseta me wê bi vî rengî dewam bike. Heke hinek bixwazin dengdayîneke sembolîk bikin, dikarin bikin, lê em ji vê rewşê razî nînin."

Li gorî pêşnûmaya ku ji bonê dengdayîn hat kirin, li Şerîeya Rojava niştewarên akinciyên cihû ku bi awayekî dereqanûnî axa Filistînê xesb kirine, wê îlhaqî Îsraîlê bikin. Roja çarşemê ji bo vê pêşnûmayê di Meclisa Îsraîlê da dengdayîna pêşda hatibû kirin û pêşnûma bi pirdengî hatibû qebûlkirin.

Ji parlamenterên ku beşdarî dengdayînê bûn, 24 parlamenteran dengê "na"yê, 25an jî dengê "erê" dabû.

Ji bo ku pêşnûma bibe qanûn, divê ji bonê di meclisê da 3 dengdayînên din jî çêbin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotibû ku Îsraîl wê Şerîeya Rojava îlhaq neke.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.