UNRWA: Mekanîzmeya belavkirina alîkariyê li Xezeyê ji aliyê kirêgirtiyên dije Misulman va tê birêvabirin

Istanbul
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) destnîşan kir ku li Xezeyê mekanîzmeyên qaşo belavkirina alîkariyê yên di bin siya Îsraîl-DYAyê da ji aliyê kirêgirtiyan va ku di nava wan da çeteyên dije Misulman jî hene, tê birêvabirin.
Di daxuyaniyekê da ku li ser hesabê platforma medyaya civakî ya DYAyê ya Xê ya UNRWAyê hat belavkirin da hat diyarkirin ku mekanîzmeya belavkirina alîkariyê ya heyî li Xeta Xezeyê ji aliyê kirêgirtiyan va tê birêvebirin.
Hat destnîşankirin ku di nava wan kirêgirtiyan da çeteyên dijminê Misilmanan jî hene û ev yek bûye sedema mirina herî kêm 2 hezar Filistînî.
Di daxuyaniyê da hat gotin, ji bo jinavbirina pirsgirêka birçîbûnê li Xezeyê, divê kuher li ku deverê bin jî, bi awayekî ewle, berdewam û berfireh gihîştin ji bo kesên hewcedar, çêbibe.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "NY, tevî hevkarên xwe, UNRWA jî di navê da, xwedî çavkanî û pisporiya hewce ne. Bihêlin ku em karê xwe bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.