UNICEF: Îsal li Nîjeryayê 1440 xwendekar revandin
Abuja
Fona Alîkariya Ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku îsal li Nîjeryayê 1440 xwendekar hatin revandin.
Di rapora UNICEFê weşand da hat gotin ku êrîşên li hemberî dibistanan zêdetir dibin û ji meha rêbendanê vir va li hemberî 25 dibistanan êrîş hatin kirin û di encama wan êrîşan da jî 1440 xwendekar hatin revandin.
Hat gotin ku di van êrîşên bi salane li welatên Afrîkaya Rojava tên kirin da piranî zarok mexdûr dibin. Ji hikûmetê hat xwestin ku bila li hemberî van bûyeran tewdîrên bi lez û bez têxe rewacê.
Li Benue, Kaduna, Plateau, Katsîna û Zamfaraya eyaletên Nîjeryayê di mehên dawîn da ji gelek dibistanan zarok hatibûn revandin.
Ji ber êrîşan li gelek dibistan û zanîngehan perwerdehî hat rawestandin.