Ukraynayê 48 saet qewl da Rûsyayê ku bila fealiyetên xwe yên leşkerî eşkere bike

Ukraine
Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dîmtro Kuleba diyar kir wan ji bo Rûsya fealiyetên xwe yên leşkerî eşkere bike 48 saet qewl danê û heke nebe jî wê ji welatên piştgirên Belgeya Viyanayê bixwazin ku bila civîna derasayî bê kirin.
Kuleba ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got ku ew di çarçoveya Belgeya Viyanayê ya Der Heqê Zêdekirina Tevdîrên Ewlehî û Ewletiyê ya Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê da li benda daxuyanîdayîna Rûsyayê ne.
Kuleba destnîşan kir ku Rûsya gorî Belgeya Viyanayê divê der heqê xebatên xwe yên eskerî yên li ser sînorê Ukraynayê da bi hûrgilî daxuyanî bide û wiha domand: "Me ji Rûsyayê xwest ku bila der heqê xebatên xwe yên eskerî yên li ser sînorê me û Kirima berwext dagir kirî da awayek hûrgilî daxuyanî bide. Ji bo bersiv dayînê 48 saet qewlê Rûsyayê heye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.