UAEAyê ragihand ku li dervayî tesîsa Natanzê ya li Îranê di asta radyasyonê da guherînek tune

Burgenland
Rafael Marîano Grossiyê Serokê Ajansa Vejena Atamoyê ya Navneteweyî (UAEA) ragihand ku asta radyasyonê ya li dervayî tesîsa nukleerê ya Natanzê ya ku Îsraîlê li Îranê hedef girt da guherînek çênebûye.
Li gor parvekirina ji ser hesabê çapemeniya civakî Xê ya UAEAyê Grossî der barê êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên dijî Îranê da daxuyanî dan.
Grossî diyar kir ku astên radyasyona li dervayî tesîsa nukleerê ya Natanzê ya li Îsfehanê da guherîn çênebû û got ku cureyê qirêjahiya radyoaktîf a di nav tesîsê da heye bi taybetî parçeyên alfayê bi tevdîrên guncav va dikare bê birêvabirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.