Dinya

Têlevîzyona fermî ya Îsraîlê: "Artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku di demeke nêz da bikeve Refahê"

Zein Khalil, Hamdi Yıldız, Çağrı Koşak  | 24.04.2024 - Rojanekırın : 25.04.2024
Têlevîzyona fermî ya Îsraîlê: "Artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku di demeke nêz da bikeve Refahê"

Israel

 Hat destnîşankirin, artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku di demeke nêz da li dijî Refaha li başûrê Xeta Xezeyê dagiriya bejayî bide destpêkirin.

Têlevîzyona dewleta Îsraîlê KANê bi qasî ku ji çavkaniyên eskerî yên nav nediyarkirî veguhest, artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku di demeke nêzîk da li dijî Refahê operasyona dagiriya bejayî bide destpêkirin da ku Filistîniyan texliye bike.

Şîrovekarê nûçeyên eskerî yê qanalê Îtay Blumental wiha got, "Li gorî plana artêşa Îsraîlê, zêdeyî milyonekî Filistîniyên li Refahê dê herêmê texliye bikin û her wiha dê ji wan were xwestin ku biçin stargehên ku van dawiyan li başûr û naverasta Xeta Xezeyê hatin amadekirin."

Blumental diyar kir, ji bo Filistîniyên ji Refahê tên yên ku ji cih û warên xwe bûne, berî niha ji hêla saziyên alîkariyê yên navneteweyî û dewletên din va li başûr û naverasta Xezeyê bi hezaran kon hatine amadekirin.

KANê di weşana xwe da wêneyên konbajêr ên ji hêla peykan hatine kişandin nîşan dan ku van dawiyan di navbera Refahê û Xan Yûnisê da hatiye avakirin.

Her wisa Blumental diyar kir, li gorî peywirdarên ewlekariya Îsraîlê, texliyekirina însanên li bajarê Refahê dê qedera 4 yan jî 5 hefteyan dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın