Dinya

Têkiliya rejima Esed û YPG/PKKyê di îfadeya terorîstekî da derket holê

Endamê YPG/PKKya rêxistina terorê M.K. yê ji hêla tîmên Midûriya Ewlehiya Gazîentabê hat qanîkirin û teslîm bû, behsa têkiliya rejima Esed û rêxistinê kir

20.02.2020 - Rojanekırın : 21.02.2020
Têkiliya rejima Esed û YPG/PKKyê di îfadeya terorîstekî da derket holê

Gaziantep
Endamê YPG/PKKya rêxistina terorê M.K. yê ji hêla tîmên Midûriya Ewlehiya Gazîentabê hat qanîkirin û teslîm bû, behsa çalakiyên rêxistinê yên li Sûriyeyê kir û der barê têkiliya rejima Esed û rêxistinê û piştgirîdayîna HDPyê da agahî dan.

Tîmên polêsan yên xebatên dijî têkoşîna terorê dikin ji bo ku M.K.yê beşdarî refên YPG/PKKya rêxistina terorê bûye teslîm bibe xebat dan destpêkirin û bi malbata wî ra jî ketin têkiliyê.

Piştî xebatên qanîkirinê M.K. ji bakurê Iraqê hat û li ser sînor teslîm bû û li ewlehiyê îfade da.

M.K. got ew di salên 2013-2014an da di bin tesîra hevalekî xwe da maye û beşdarî rêxistinê bûye.

Der barê beşdarbûna xwe ya rêxistinê da M.K. got ew hatine gundekî Sirûca navçeya Şanliurfayê li vir telefona wan a bêrikê û karta wan ji dest wan hatiye hildan, propagandayeke rêxistinî hatiye kirin û paşê jî navekî kod dane wî û hevalê wî.

M.K. anî ziman ew çûne Mêrdînê, ji wir jî derbasî Sûriyeyê bûne û wiha axivî: "Kesê navê wî yê kod Mahir bû navê me yê li ser nasnameyê, navê kod ê ku dane me, navê dê û bavên me û em ji ku beşdar bûne di defterekî da nivîsî. Ji me pirsî 'malbatên we welatparêz in?" Ji me ra got 'Welatparêz ji kesên PKK/KCKyê hez dikin, raya xwe didin HDP û BDPyê ra tê gotin. Min û hevalê min me got em welatparêz in. Li vir yek bi yek pirsgirêk qeyd kirin. Kesê navê wî yê kod Mahir bû êlegê xwe li me kir û ji bo qeydkirinê wêneyê me kişand. Li pişt me pîneyeke sembola rêxistinê hebû."

M.K. diyar kir ku piştî perwerdeyê di rêbendana 2015an da sîlah dan destê wan, paşê kom kom veqetandin û ew jî şandin şaxa "sabotajê".

M.K. destîşan kir ku der barê teqemeniya bi destan tê çêkirin, dewreyên ceyranê, dafikên bubiyê û pergalên dafikan da perwerdeya teorîk û pêkanînê dan wan û wiha axivî: "Xêncî vê me perwerdeya îmhekirina mayînan jî dît. Di demên normal da perwerdeya sabotaji qasî 6 mehan tê dayîn lêbelê ji ber ku gelek sabotajkarên rêxistinê hatin kuştin di nav 3,5 mehan da perwerdeya me hat temamkirin."

" Bi rejimê ra hevkarî hebû"

M.K. got ku hetanî dawiya sala 2016an li Hesekeyê ma û wiha pê da çû: "Dema em li Hesekeyê bûn bi rejimê ra pevçûnên piçûk derketin lêbelê bi piranî hevkar hebû. Em nediketin herêma rejimê. Herêmên ku em û rejimê qamîşê hev nedibûn jî hebûn. Em derbasî herêma sînor dibûn lêbelê derbasî aliyê balafirgehê nedibûn."

M.K. der barê perwerdeya îdeolojîk a rêxistinê da jî agahî da û wiha axivî:

Di perwerdeya didan merivên wekî min da dihat gotin ku HDP, DBP û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) girêdayî KCKyê ne. Digotin KCD alternatîfê Meclisa Tirkiyeyê ye. PYDya li Sûriyeyê çalakiyan didomîne jî di sîstema KCKyê da cî digre. YPG jî di nav sazîbûna çekdar a PKKyê da xebatan dimeşîne. Di perwerdeyên bi destê rêxistinê dihatin dayîn da dihat gotin saziyên wekî KCDyê li herêman wekî meclisê tevdigerin û biryaran didin. Banê vê meclisê KCK ye."

M.K. diyar kir ku bota lastîk va ji Sûriyeyê derbasî Iraqê bûn, li gundekî bi merivekê ji rêxistinê reviye ra axivî, paşê hêzên ewlekariyê ew bi malbata wî ra dan axaftin û biryar da ku ji rêxistinê bireve û hat teslîm bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın