Dinya

Tê îdiakirin ku Serokê DYAyê Trump pêşniyaza Putîn a ji bo veguhestina uranyûma Îranê bo Rûsyayê red kiriye

Zeynep Katre Oran  | 14.03.2026 - Rojanekırın : 14.03.2026
Tê îdiakirin ku Serokê DYAyê Trump pêşniyaza Putîn a ji bo veguhestina uranyûma Îranê bo Rûsyayê red kiriye

Ankara

Tê îdiakirin ku Serokê DYAyê Donald Trump pêşniyaza Serokê Federasyona Rûsyayê Viladimîr Putîn a ji bo veguhestina uranyûma Îranê bo Rûsyayê red kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Amerîkî Axiosê ku çavkanî weke kesên aşînayên mijarê nîşan da, hat îdiakirin ku Putîn vê hefteyê bi pêwendiyeke telefonê bi Trump ra danî û hin pêşniyaz ji bo bidawîanîna êrîşên li dijî Îranê pêşkêş kirine.

Hate îdiakirin ku Putîn planek pêşniyaz kiriye ku tê da veguhestina uranyûma dewlemendkirî ya Îranê bo Rûsyayê heye, lê Trump ev pêşniyaz red kiriye.

Nûçe diyar dike ku Rûsyayê berê di danûstandinên nukleerê yên di navbera DYA û Îranê da û di hefteyên beriya êrîşên DYA-Îsraîlê yên ku di 28ê Sibatê da dest pê kirin da pêşniyazên bi vî rengî anîbûn ziman.

Rayedarekî DYAyê yê ji Axiosê ra axivî û got, "Ev ne cara yekem e ku ev pêşniyaz tê kirin. Dîsa hat redkirin. Helwesta DYA ew e ku divê uranyûm têkeve binê ewledariyê."

Berê hatibû îdiakirin ku DYA û Îsraîl di qonaxên paşîn ên êrîşên xwe da şandina hêzên taybet bo Îranê ji bo desteserkirina depoya uranyûma dewlemendkirî ya Îranê dinirxîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.