Dinya

Tê texmînkirin ku di qezaya balafirê ya li Hindistanê da, ji 242 kesan jê tu kes sax xelas nebû

Ayşe İrem Çakır  | 12.06.2025 - Rojanekırın : 12.06.2025
Tê texmînkirin ku di qezaya balafirê ya li Hindistanê da, ji 242 kesan jê tu kes sax xelas nebû

Ankara

 Li Hindistanê rayedarên polêsên herêmî daxuyandin, tê texmînkirin ku ji 242 kesên di balafira rêwiyan da bûn ya ku li nêzîkî balafirgeha li bajarê Ahmedabada li ser eyaleta Guceratê ket, jê tu kes sax xelas nebû.

Rayedarên polêsan ên Ahmedabadê der barê balafira "Air India 171" a ku ket da daxuyanî dan Associated Pressê (AP).

Rayedaran got wisa tê texmînkirin ku ji balafira ku tê da 242 kes hebûn, jê tu kes xelas nebû û li herêma ku balafir lê ket jî dibe ku mirî hebin.

Ji hêla din sedema qezaya balafirê hê nayê zanîn.

- Li Hindistanê qezaya balafirê

Balafireke rêwiyan a ku 242 kes tê da bûn û ber bi Balafirgeha Londra Gatwickê va diçû, 5 deqîqe piştî rabûnê li nêzîkî balafirgeha bajarê Ahmedabadê ya li ser Gucerata eyaleta Hindistanê ket.

Der barê sedema ketina balafirê ya ku tîpa wê "Boeing 787-8 Dreamliner" da hê tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın