Dinya

Twitterê hişyariya "pesndayîna tundiyê" da ser peyama Trump

Twittera malpera medyaya civakî nota hişyariyê danî ser peyama Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya piştî li Mînnesotayê bi destê polêsan kuştina George Floydê welatiyê Amerîkayê yê reşik parve kiribû.

Haydar Şahin  | 29.05.2020 - Rojanekırın : 30.05.2020
Twitterê hişyariya "pesndayîna tundiyê" da ser peyama Trump

Ankara

Twittera malpera medyaya civakî nota hişyariyê danî ser peyama Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya piştî li Mînnesotayê bi destê polêsan kuştina George Floydê welatiyê Amerîkayê yê reşik parve kiribû.

Twitterê dîtina peyamê asteng kir û butona "rayê bide"yê danî ser pelga peyamê û di hişyariyê da wiha got: "Wê peyamê qedexeya pesndayîna tundiyê ya Twitterê binpê kiriye lêbelê Twitterê nirxand ku feydeya kamuyê heye ji bo vê peyam ji bo dîtinê vekirî hîşt."

Trump di peyama xwe ya hişyarî dan ser da wiha gotibû: "Hin eşqiya (çalakvan) xatireya George Floyd qirêj dikin û ez destûrê nadim ku ev bibe. Min hêca bi Tîm Waltzê Waliyê Mînnesotayê ra xeberda û got ku artêş her tim li cem wan e. Di pirsgirêkekê da em ê kontrolê hildin destê xwe lêbelê dema talan dest pê bike sîlahê werin agirkirin. Sipas dikim."

- Hawara Floyd a "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" tundiya polêsan anî rojevê

Polêsan pêr êvarê li Mînneapolîsê George Floydê 46 salî li ser şika xapandinê binçav kiribûn, polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî û li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wan kiribû.

Hatibû destnîşankirin ku ekîbên tenduristiya acil Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê mir, welatiyên ji rê ra derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyerê kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn.

Li ser dîmenan nîqaşên tundiya polês tînin serê reşikan dîsa hatibûn rojevê û li Mînnesota û gelek bajaran protesto hatibûn kirin.

Tîm Waltzê Walî rewşa derasayî îlan kiribû û diyar kiribû ku ji bo alîkariyê bidin polêsên li herêmê û rewşê kontrol bikin, Mihafizên Neteweyî şandiye ser wezîfeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.