Dinya

Tuxayên Qessamê: Serfermandar Mihemed Sînwar û Berdevk Ebû Ubeyde di êrîşên Îsraîlê da şehîd bûn

Esat Fırat  | 29.12.2025 - Rojanekırın : 29.12.2025
Tuxayên Qessamê: Serfermandar Mihemed Sînwar û Berdevk Ebû Ubeyde di êrîşên Îsraîlê da şehîd bûn

Istanbul

Tuxayên Îzzeddîn el-Qessamê ku şaxa eskerî ya Hemasê ye daxuyand, Mihemed Sînwarê ku di 2024an da piştî kuştina Serfermandar Mihemed Dayf wezîfe dewr hilda û berdevkê eskerî Ebû Ubeyde di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin.

Berdevkê eskerî yê nû yê Tuxayên Îzzeddîn el-Qessamê der barê mijarê daxuyaniyeke bidîmen da.

Berdevkê eskerî yê ku navê wî nehat eşkerekirin, wiha got, "Em şehadeta pêşengê mezin Mihemed Sînwar bi serbilindî eşkere dikin ku hatibû şûna Serfermandarê Tuxayên Îzzeddîn el-Qessamê Ebû Xalid (Mihemed) Dayfê şehîdê me yê mezin."

Her wiha berdevk eşkere kir ku berdevkê eskerî yê berê Ebû Ubeydeyê ku navê wî yê rastîn Huzeyfe Ebdullah el-Kahlut e jî di êrîşên Îsraîlê da hat kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.