Dinya

Tuxayên Qesamê: Me li bakurê Xezeyê bi guleya nîşangiran 4 eskerên Îsraîlê kuştin û birîndar kirin

Jomaa Younis, Ali Semerci  | 26.04.2025 - Rojanekırın : 27.04.2025
Tuxayên Qesamê: Me li bakurê Xezeyê bi guleya nîşangiran 4 eskerên Îsraîlê kuştin û birîndar kirin

Gazze

Tuxayên Îzedîn-el Qesama şaxa eskerî ya Hemasê ragihand ku di operasyona nîşangiran a ku li rojhilatê bajaroka Beyt Xanûnê ya li bakurê Xeta Xezeyê kirin da ji 4 eskerên Îsraîlê hin jê hatin kuştin hin jê jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tuxayên Qesamê da der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku 'Wek berdewama kemîna "Şikandina Şûr' şervanên Qesamê duh li Kolana El-Awdeyê ya li rojhilatê bajaroka Beyt Xanûna li bakurê Xeta Xezeyê karîn ku 4 esker û serbazên di artêşa dagirkera da peywirda bikujin û birîndar bikin."

Di daxuyaniya Tuxayên Qesamê da nehat diyarkirin ka di operasyonê da çend eskerên Îsraîlê hatin kuştin, çend jê birîndar bûn û artêşa Îsraîlê hê der barê mijarê da tu daxuyanî nedan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.