Dinya

Tura duyem a civîna siyasî ya di navbera Tirkiye û Misirê da li Enqereyê dest pê kir

Mehmet Şah Yılmaz  | 07.09.2021 - Rojanekırın : 08.09.2021
Tura duyem a civîna siyasî ya di navbera Tirkiye û Misirê da li Enqereyê dest pê kir

Ankara

Tura duyem a civîna siyasî ya di navbera Tirkiye û Misirê da li Enqereyê dest pê kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat gotin tura duyem a civîna siyasî ya heyetên di navbera Tirkiye û Misirê da dest pê kir.

Hat daxuyandin Alîkarê Wezîrê Karên Derva Balyoz Sedat Onal û Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Misirê Balyoz Hamdî Loza serokatiya heyetan kir.

Di daxuyaniya da hat bibîrxistin ku di tura yekem da mijarên dualî hatin axaftin, sibê jî mijarên herêmî wê bên axaftin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Armanc ew e ku têkiliya aliyan li gor feydeyê pêşva here û normal bibe."

Hat gotin heyetên Tirkiye û Misirê li Kahîreyê di 6ê gulanê da civîneke du rojan dewam kir pêk anîbûn ku hatibû gotin encamên vê civînê wê bên nirxandin û gav bên avêtin.

Piştî civînê Wezareta Karên Derva daxuyandibû ku civîn baş derbas bûye mijarên dualî, rewşa Libya, Sûriye û Iraqê û mijarên herêmî hatine axaftin û ji bo ewlehî û aştiya Behra Spî ya Rojhilatê pêk bê fikr hatine parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın