Dinya

Trump îdia kir ku ger DYA Gronlandê bigire NATO dê bihêztir bibe

Emirhan Demir  | 14.01.2026 - Rojanekırın : 15.01.2026
Trump îdia kir ku ger DYA Gronlandê bigire NATO dê bihêztir bibe

Ankara

Serokê DYAyê Donald Trump îdia kir ku ger welatê wî Gronlandê bistîne, NATO dê bihêztir û bibandortir bibe.

Trump li ser medyaya civakî derbarê Gronlandê daxuyaniyek da.

Trump îdiaya xwe ya ku DYA ji bo ewlehiya neteweyî pêdivî bi Gronlandê heye dubare kir û destnîşan kir ku girav ji bo pergala parastina asîmanî ya "Gunbeda Zêrîn" ku ew demek dirêj e ava dikin giring e.

Trump bang li NATOyê kir ku di bidestxistina Gronlandê da "rêberiyê" bike û got, "Dema ku Gronland di destê DYAyê da be, NATO dê pir bihêztir û bibandortir bibe."

Trump herwiha îdia kir ku NATO ji bo hêza xwe ya rêgirîker, deyndarê DYAyê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.