Dinya

Trump zêdekirina terîfeyên Çînê 90 rojên din dirêj kir

Dilara Zengin Okay  | 12.08.2025 - Rojanekırın : 13.08.2025
Trump zêdekirina terîfeyên Çînê 90 rojên din dirêj kir

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarname îmze kir û sepandina bacên gumrikê yên ku seba Çînê hatin zêdekirin, heta 90 rojên din jî taloq kir.

Amerîka û Çînê di meha gulanê da terîfeyên hev du zêde kiribûn û paşê kêm kirin. Ji bo biryara kêmkirina terîfeyan 90 roj dem kifş kirin û çendîn saet man ku 90 roj xelas bibe, Trump biryarname îmze kir û 90 rojên din jî dirêj kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat dayîn, Trump biryar da ku rewşa sekinandinê ya zêdekirina bacên Çînê dewam bike.

Bi biryarnameyê va bacên gumrikê yên berên ku ji Çînê tên îdxalkirin wê heta 10ê Mijdarê zêde nebin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın