Trump: "Tesîsên dewlemendkirina nukleerê yên Îranê yên sereke bi tevahî hatin tunekirin"

Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku tesîsên dewlemendkirina nukleerê yên Îranê yên sereke bi êrîşa balafir û keştiyên binê behrê yên Amerîkayê va "bi tevahî hatin tunekirin".
Trump piştî êrîşa dijî sê tesîsên nukleerê yên cuda yên Îranê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Tesîsên dewlemendkirina nukleerê yên Îranê yên sereke bi tevahî hatin tunekirin."
Trump diyar kir di êrîşa dijî Îranê da ew bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra wek tîmekî bi hev ra xebitîn û wiha got: "Îran mecbur e ku aştiyê bike. Heke ev yek neyê kirin, êrîşên piştî vê wê hê dijwartir bin. Armanca me ew e ku hêza dewlemendkirina nukleerê ya Îranê bê tunekirin û gefa nukleerê ya vê dewleta ku di piştgirîya terorê da di rêza yekem da ye, bê rawestandin."
Trump êrîşên bişev wek "serkeftina nuwaze" nirxand.
Trump ji bo piştgiriyê spasiya Netanyahu û artêşa Îsraîlê kir û wiha got: "Îşev ji hemûyan dijwartir bû. Bi eşkere, heta wisa ku ji hemûyan jî herî kujertir bû. Lê heke aştî tavilê pêk neyê, em ê bi hesasî, bi lez û jêhatîbûnê li dû hedefên din herin."
Trump anî ziman ku li cîhanê artêşeke din tune ku bikaribe vê êrîşa li ser Îranê bike û wiha dewam kir: "Ez dixwazim bibêjim ku em ji Xwedê hez dikin û artêşa me ya mezin wan diparêze. Xwedê Rojhilata Navîn biparêze. Xwedê Îsraîlê biparêze û Xwedê Amerîkayê biparêze."
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê jî di daxuyaniya xwe ya dawîn da wiha got: "Heke ji aliyê Îranê va li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bersivdayînek çêbibê, bi hêzeke hê mezintir ya ku îşev hat dîtin va ewê bê bersivandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.