Haydar Şahin
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got, "Têkiliyên me yên baş bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hene".
Trump beriya ku here Mississippiya eyaleta Amerîkayê li hewşa Qesra Sipî daxuyanî da rojnamevanan.
Trump li ser pirsa dibêje gelo Serokomar Erdogan ew ê di 13ê mijdarê da were ziyareta xwe ya Qesra Spî an na got, "Têkiliyên me yên baş bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hene. (Peymana Amerîka û Tirkiyeyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyeyê çêkirin) Agirbest zehf baş hat pêk anîn."
Trump got daxwaza wî ew e ku eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê vegerin malên xwe û wiha axivî: "(Sînorê Tirkiye-Sûriyeyê) Bira kesên din sînor kontrol bikin. Me petrol hilda ewlehiyê. Ez ji petrolê hez dikim. Em Kurdan ra (YPG/PKK) dixebitin. Bi Tirkiyeyê ra dixebitin. Bi gelek welatan ra dixebitin."
Trump ji bo lêpirsîna jitextdaxistinê ya li dijî wî hat vekirin got, "Hûn nikarin serokekî ku tiştek nekiriye ji text daxin."