Dinya

Trump rêveberiya Îranê "tehdîd" kir: "Heke hûn teqeyê nekin wê baş be, wê demê emê jî dest bi teqeyê bikin"

Hakan Çopur  | 10.01.2026 - Rojanekırın : 10.01.2026
Trump rêveberiya Îranê "tehdîd" kir: "Heke hûn teqeyê nekin wê baş be, wê demê emê jî dest bi teqeyê bikin"

Washington DC

 Serokê DYAyê Donald Trump tekezî kir ku xwepêşandanên Îranê ji nêz va dişopînin û got, "Ez ji rayedarên Îranî ra wiha dibêjim, heke hûn teqeyê nekin wê baş be, wê demê emê jî dest bi teqeyê bikin."

Serokê DYAyê Trump piştî civîna li Qesra Spî ya bi rêveberên şirketên neftê ra, ji endamên çapemeniyê ra axivî û rojev nirxand.

Trump di bersiva pirsa li ser Îranê got, "Îran di tengasiyeke mezin da ye. Ji min ra wisa xuya ye ku gel hin bajaran digire; çend hefte berê kesî bawer nedikir ku ev yek mimkun be. Em rewşê pir ji nêz va dişopînin."

Trump diyar kir ku ew dixwazin xwepêşandêrên li Îranê ewle bin û got, "Ez ji rayedarên Îranî ra wiha dibêjim, heke hûn teqeyê nekin wê baş be, wê demê emê jî dest bi teqeyê bikin."

Serokê DYAyê anî ziman ku ew bi gotina xwe ya "Em dikarin li Îranê bixin" behsa wê yekê nake ku eskerên DYAyê pê li wê axa wî welatî bikin, lêbelê behsa wê yekê dike ku heke êrîşî xwepêşandêran bê kirin, ewê hinek gavan biavêjin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın