Trump ragihand ku wê rêjeya tarîfeya ji bo îdxalkirina pola derxîne ji sedî 50î

Washington DC
Serokê DYAyê Donald Trump eşkere kir ku ku wê rêjeya tarîfeya îdxalkirina pola ji sedî 25an derxîne ji sedî 50î.
Trump li tesîsa US Steelê ya li Pennsylvaniayê derbarê pîşesaziya pola da daxuyanî da.
Trump destnîşan kir ku wê tarîfeya li ser îdxalkirina pola bê zêdekirin û got, "Emê rêjeya tarîfeya îdxalkirina pola ji sedî 25an derxînin ji sedî 50î."
Trump diyar kir ku bi zêdekirina tarîfeya pola ra ewê pîşesaziya pola ya li DYAyê têkeve bin garantiyê da.
Serokê DYAyê Trump 10ê sibatê biryarname îmza kiribûn ku ji sedî 25 baca gumrukê ji îdxalata pola û bafûn bên sitandin. Tarîfeyên navboî 12ê adarê ketibûn rewacê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.