Dinya

Trump ragihand ku wan li Sûriyeyê li dijî unsûrên DEAŞê operasyoneke eskerî dane destpêkirin

Zeynep Katre Oran, Irmak Akcan  | 20.12.2025 - Rojanekırın : 20.12.2025
Trump ragihand ku wan li Sûriyeyê li dijî unsûrên DEAŞê operasyoneke eskerî dane destpêkirin

Ankara

 Serokê DYAyê Donald Trump destnîşan kir ku wan weke bersivdayineke ji êrîşa DEAŞê ya 13ê Çileya Pêşîn a li dijî eskerên DYAyê li Sûriyeyê ra, li dijî unsûrên DEAŞê operasyoneke bi hêz û berfireh a eskerî dane destpêkirin.

Trump di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Truth Social da got ku di çarçoveya bersivdana êrîşa 13ê Kanûna Pêşîn da, li Sûriyeyê bi awayekî "gelek dijwar" li hedefên DEAŞê xistine.

Trump behsa piştgiriya hikûmeta Sûriyeyê ji bo operasyonan kir û got, "Hikûmeta Sûriyeyê, bi serokatiya rêberekî ku ji bo vegerandina welêt bi dijwarî dixebite, di vê pêvajoyê da bi tevahî piştgiriyê dide me."

Trump hişyarî da û got, "Ez hişyariyê didim wan hemû terorîstan ku bi qasî ku êrîşî Amerîkiyan bikin xerab in. Ger hûn êrîşî DYAyê bikin an jî gefê li wan bixwin, hûn ê ji her demê bêtir rastî lêdanan werin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.