Trump piştî daxuyaniya Xamaney xebatên sivikkirina mueyideyên dijî Îranê rawestand

New York
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku piştî daxuyaniya Ayetullah Elî Xamaneyê serokê Îranê ya wekî dibe ku dijî Amerîkayê êrîşên nû bikin xebatên sivikkirina mueyideyên dijî Tehranê "demildest rawestand".
Trump ji ser Truth Socîalê daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî gotinên Xamaney yên wekî dibe ku êrîşên wekî êrîşên dijî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê "bên dubarekirin".
Trump diyar kir ku çend rojên dawîn ji bo ku mueyide bên rakirin û "derfeta başbûna tam, bilez û bêkêmasî" bide Îranû dixebitiye û got ku "Lêbelê ez şûna vê bi gotinên hêrs, nefred û rekixînê ra rû bi rû mam. Ji ber vû min hemû xebatên xwe yên ji bo rakirina mueyideyan û hemû xebatên xwe yên din demildest rawestand."
Trump diyar kir ku Îran divê vegere "herka pergala dinyayê" heke ne kar dê ji bo birêvebiriya Tehranê hê bêtir xirab bibe.
Trump ji bo birêvebirên Îranî nirxandina "Her dem gelekî hêrs, dijminane û kesas in." û got ku "Lê binêrin ku bi vê yekê çi bi dest dixin; welatekî ku pêşeroja wî tune, berhewa bûye, artêşeke ku tune bûye, aboriyeke gelekî xirab û li dora wan mirin heye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.