Trump: "Min hevdîtina bi Serokê Dewletê Putîn ra betal kir, ji ber ku ji bo min ne rast bû"
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra ya hatibû plankirin ku li Budapeşteyê çêbibe, lê hat betalkirin da wiha got: "Min hevdîtina bi Serokê Dewletê Putîn ra betal kir, ji ber ku ji bo mi ne rast bû."
Serokê Amerîkayê Trump dema ku li Qesra Spî mazuvaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte kir, der barê rojevê da daxuyanî da endamên çapemeniyê.
Der barê civîna bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ra ya ku hatibû plankirin, lê hat betalkirin da Trump wiha got: "Min hevdîtina bi Serokê Dewletê Putîn ra betal kir, ji ber ku ji bo min ne rast bû. Ez fikirim ku em nikarin bigihîjin encama ku me armanc dikir. Ji ber vê yekê jî min ew betal kir, lê em ê di dahatûyê da bikin."
Trump got ew ji ber nelihevkirina Rûsya û Ukraynayê aciz e û ew ê bi mueyîdeyên aboriyê va peyamên tund bidin Moskowayê.
Trump diyar kir ku hevdîtinên wî yên bi Putîn ra bi gelemperî baş derbas dibin, lê anî ziman ku ji van hevdîtinan paşê encamên erênî dernakevin holê.
Trump her wiha daxuyand Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn "hemû tiştên ku li Ukraynayê bi dest xistiye dixwaze", lê dibêje ew ji bo muzakereyan jî amade ye û wiha got: "Em naxwazin ku ew hemûyan (herêmên di destên wî da) hilde."
- Mueyîdeyên dijî Rosneft û Lukoîlê
Der barê mueyîdeyên dijî du şîrketên mezin ên neftê yên Rûsyayê Rosneft û Lukoîl da jî Trump wiha got: "Ez pê hesiyam ku êdî dem hatiye. Ez demeke dirêj li bendê mam. Ev mueyîdeyên pir giran in."
Trump girîngiya mueyîdeyên dijî şîrketên neftê yên Rûsyayê anî ziman û wiha axivî: "Ev mueyîde li dijî du ji şîrketên wan ên mezin ên neftê mueyîdeyên pir giran in û em hêvî dikin ku zêde dewam nekin. Em hêvî dikin ku şer bi dawî bibe."
