Trump li cem Netanyahu peyama xwe ya "li Xezeyê şer bi dawî bû" dubare kir

Ankara
ANKARA (AA) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Qudsa Rojava yê Îsraîlê ku bi ziyareta fermî gihîşt wir, di daxuyaniya xwe ya li avahiya Meclisê da peyama xwe ya "şerê li Xeta Xezeyê bi dawî bû" dubare kir.
Trump piştî merasima fermî ya li Balafirgeha Ben Gurion, derbasî Qudsa Rojava bû û li wir çû Meclisa Îsraîlê.
Trump li Meclisê ji hêla Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Meclisê Amir Ohana hat pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwazîkirinê, Trump di deftera xatirayê da peyama "Ev ji bo rûmeteke mezin e; rojeke xweş û mezin e. Destpêkeke nû ye." nivîsî.
Trump li ber deriyê Meclisê pirsên rojnamegeran jî bersivandin. Trump bal kişand ku ji ber peymana pêkhatî, îro rojeke giring e û wiha got, "Ev rojeke nuwaze û destpêkeke nû ye. Berî niha bûyereke bi vî rengî neqewimîbû."
Trump peyama xwe ya şer bi dawî bû dubare kir û got ku Hemas dê pabendî peymanê bibe.
Trump daxuyaniya xwe ya "şer bi dawî bû" li cem Netanyahu kir û vê yekê bal kişand. Netanyahu di daxuyaniya xwe ya duh êvarê da îdia kiribû ku "êrîşên dijî Xezeyê hê bi dawî nebûne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.