Trump ji welatên ku bi Îranê ra kar dikin ra ji sedî 25 baca gumrikê derxist
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand, welatên ku bi Îranê ra kar dikin, di bazirganiyên xwe yên bi Amerşîkayê ra dikin da wê ji sedî 25 baca gumrikê bidin.
Trump li hesabê xwe yê Truth Sociala platforma medyaya civakî ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, der barê mijarê da daxuyanî da.
Trump diyar kir, welatên ku bi Îranê ra dan û standinê dikin, wê di bazirganiyên xwe yên bi Amerîkayê ra dikin da ji sedî 25 baca gumrikê bidin, ev biryar demildest ket rewacê.
Trump destnîşan kir ku ev biryar biryareke "teqez û dawî" ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
