Trump ji bo li ser girtina Kongreyê da got ew kes wê derkevin pêşberî edaletê
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê li ser girtina Kongreyê da got: "Kesên hefta çûyî beşdarî bûyerên tundiyê bûn wê derkevin pêşberî edaletê."
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê li ser girtina Kongreyê da got: "Kesên hefta çûyî beşdarî bûyerên tundiyê bûn wê derkevin pêşberî edaletê."
Trump li Qesra Spî vîdeoyek amade kir û ew li ser hesabê Twîtterê ya Qesra Spî hat belavkirin.
Trump bûyerên di 6ê çileya paşîn da qewimîn wek bûyerên xof bi nav kir û wiha axivî: Ez dixwazim eşkere biaxivim. Tiştên me hefta çûyî dîtin ez teqez şermezar dikim. Li Welatê me û tevgera me cihê tundî û hovîtiyê tune."
Trump anî ziman alîgirên wî her tim li hemberî hêzên ewlehiyê û kevneşopiya welêt rêzdar bûn û wiha dewam kir: "Alîgirekî min ê rastîn tu carê tundiyê nake, nikare li hemberî hêzên ewlehiyê bêrêziyê bike. Heke hûn êrîşî nirxên welêt bikin em nikarin vê baş binirxînin. Êdî divê bûyerên li kolanan dawî bibin. Hûn çepkir an rastgir, Demokrat an Komarparêz bin jî tu hinceteke tundiyê nabe. Amerîka dewleteke hiqûqê ye. Kesên hefta çûyî beşdarî bûyerên tundiyê bûn wê derkevin pêşberî edaletê."
Ji bo îxtimala xwepêşandanên nû jî Trump bang kir ku her kes bila bi qalekî selîm tevbigere û guh bide qanûnan û hêzên ewlehiyê